BI DÎMEN

Nagîhan Akarsel û Mizgîn Newal li Torontoyê hatin bibîranîn

Şehîd Nagîhan Akarsel û Mezgîn Newal li Torontoyê hatin bibîranîn.

Şehîd Nagîhan Akarsel û Mizgîn Newal (Gulnur Akgul) li paytexta Kanada Torontoyê hatin bibîranîn. Gelek kes tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Di bîranînê de timî dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin. Di bîranînê de sînevîzyona li ser jiyana şehîd Nagîhan Akarsel û Mezgîn Newal hate pêşandan.

Di bîranînê de li ser navê Komîteya Jineolojiyê de li ser têkoşîna azadiyê axaftin kir. Piştre pirtûka ku Nagîhan Akarselê dixwest biweşîne hate nasandin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.