BI DÎMEN

Mitînga li Strasbourgê: Têkoşîna azadiya Rêber Apo li her derê mezin bikin

Mitînga ku bi daxwaza azadiya Rêber Apo li Strasbourgê hat lidarxistin, bi axaftinan dewam dike. Di axaftinan de banga mezinkirina têkoşîna azadiya Rêber Apo li her derê hate kirin.

KOMPLOYA 15'Ê SIBATÊ

Gel piştî meşa ku bi wesîleya salvegera Komploya 15’ê Sibatê ya bi daxwaza azadiya Rêber Apo hat lidarxistin, gihiştin qada mitîngê. Mitîng bi Ey Reqib hate destpêkirin û hêrsa li dijî tecrîd û komployê tê vegotin.

Bi hezaran kesên ku qadê tijî kirin, dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe", "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Berxwedana Tişrînê berz dikin.

‘BÊYÎ RÊBER APO PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NABE’

Di mitîngê de Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut axivî û anî ziman ku komploya navneteweyî di encama berxwedana gel de negihiştiye armanca xwe. Zumrut bilêv kir ku bêyî azadiya Rêber Apo pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin û bi bîr xist ku eger pêvajoyek hebe divê tecrîd were rakirin.

Zubeyde Zumrut got: “Em polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd qebûl nakin. Em ê dengê xwe bilind bikin.”

‘LI DORA RÊBER APO BICIVIN’

Piştre Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever axivî û wiha got: “We nekarî roja me tarî bikin û hûnê nikaribin. Ez îro careke din bang li gelê me dikim ku li dora Rêber Apo bicivin. Têkoşîna azadiya Rêber Apo li her derê mezin bikin.”

Mitîng bi axaftinan dewam dike.