Meşa Dirêj a TCŞ û TEKO-JIN a li Parîsê destpê kir

Meşa Dirêj a TCŞ û TEKO-JIN a li paytexta Fransa Parîsê destpê kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) ji bo protestokirina salvegera 22’an a Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Parîsê dest bi meşa dirêj kirin.

Meşa Dirêj a di çarçoveya pêngava ‘Ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re bes e- Bi hev re serhildan’ bi pêşengtiya TCŞ û TEKO-JIN bi tevlîbûna Kurdistanî û enternasyonalîstan bi coş destpê kir.

Çalakiya ku bi kombûna çalakvanan a di saetên piştî nîvro de ya li pêşiya Navenda  Civaka Kurd a Demokratîk a herêma Grîgny a Parîsê re destpê kir, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Di meşê de pankartek ku bi zimanê Fransî ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ li ser hatibû nivîsandin’ û aleke mezin a Tevgera Ciwanên Şoreşger hate hildan, bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Fermandar Egîd dijî, PKK şer dike’ hate qîrkirin.

Di roja yekê ya meşê  de li nava bajar wê bi qasî 10 kêlometre bimeşin.