Meşa dirêj a ji Neû-Munsterê heta Kîelê bi mitîngê bi dawî bû

Meşa dirêj a ji bajarê Neû-Munster heta Kîela Elmanyayê ji bo protestokirina komploya 15’ê Sibatê hatî lidarxistin, îro bi mitîngekê bi dawî bû.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin.

Li her derê û her rojê Kurdistanî û enternasyonalîst bi şêweyên cuda çalakiyan li dar dixin.

Yek ji van çalakiyan jî meşa dirêj a du rojî ya ji bajarê Neû-Munsterê heta Kîelê hatî lidarxistin bû.

Meşa dirêja ku nêzî 70 kes tevlîbûyî doh ji bajarê Neû-Munsterê destpê kirîbû, îro li Kîelê bi mitîngekê bi dawî bû.

Meşa ku di çarçoveya “Dem hatiye, ji Abdullah Ocalan re azadî” de, beşeke meşa dirêj a îro di saetên sibehê ji semta Hambûrger Chaûsse ya Kîelê bi dirûşm û tilîliyan dest pê kir.

Di meşê de wêneyek mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelek wêneyên din jî hate hilgirtin.

Însiyatîfa Rojava Hambûrg, Kîel FEDA, Jiyana Jin, TEV-ÇAND Kîel, MLKP û hinek Kurdistaniyên ji Hambûrg û Lubeckê jî di nava meşê de cihê xwe girtin. Di meşê de li ser hev dirûşme hatin berzkirin.

Li Kîelê jî li ber HBF’ê mitîng hate lidarxistin.

Di mitîngê de nûnerê FED-DEM’ê Îmam Semsûr got, “Şert û zehmetî çi bibe bila bibe, ev gel li dora Rêbertiya xwe kom bûye û azadiya wî dixwaze.”