BI DÎMEN

Li Sydneyê Newroz bi coş hat pîrozkirin

Li Sydeneyê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Newroz bi şahiyekê hat pîrozkirin.

NEWROZ

Li bajarê Sydney yê Awûstralyayê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) Newroz bi şahiyekê hat pîrozkirin. Parlamenter û Nûnerê Partiya Karkeran Stephen Balî, Charishma Kaliyanda, Anne Stanley, Betty Greens û Anthony D’Adam, Senetor û Parlamenterê Partiyan Kesan Lee Rhiannon, Jamie Parker, edîtorê Rojanmeya Greenleft Peter Boyle, Bill Crews Vakfı Başkanı Papaz Bill Crews, Nûnerê Gelê Tamîl, Parêzvana Mafê Mirovan Larrisa Payne, nûnerên rêxistinên sivîl, parêzvanên mafên mirovan, Kurdistanî û dostên wan tevlî şahiya Newrozê bûn. Qada Newrozê bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKK, KCK û wêneyê şehîdên Newrozê hat xemilandin. Di şahiyê de bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Şahî bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di şahiyê de Parlamenterê Partiya Karkeran a ku desthilate Stephen Balî axivî û got: “Em bi piştevaniya bi gelê Kurd re gelek keyfxweş in. Bi hêviya Newroz bi wesîleya aştî û azadiyê Newroza we hemûyan pîroz be.”

Ji Partiya Keskan jî Jamie Parker axivî û Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir. Parker anî ziman ku gelê Kurd bi salan e bi pêşengiya PKK’ê li dijî polîtîkayên qirkirinê têkoşîna azadiyê dide û got: “Rêberê vî gelî Birêz Abdullah Ocalan, tevî ku li Girava Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de dijî, di çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd de israr dike. Di serî de pirsgirêka jinê bi fikrên xwe kedeke mezin dide hemû pirsgirêkên ku mirovahî pê re rû bi rû mane. Em deyndarê Birêz Abdullah Ocalan in. Ji bo azadiya wî ya fîzîkî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Li ser vî esasî Newroza Birêz Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz dikim.”

Hevserokên DKTM’ê Gulay Alkan û Tîmûr Tatvan jî mizgîniya Newrozê ya Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan û berxwedana bêhempa ya gerîla bi coşeke mezin silav kirin û destnîşan kirin ku ew ê têkoşîna azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hîn mezintir bikin.

Piştî axaftinan komên govendê û hunermend Roj derket li ser dikê.

Şahiya Newrozê bi dirûşmeyên “Bijî SerokApo” bi dawî bû.