Li Swîsreyê resepsiyonên Newrozê

Li bajarên Basel û Lozanê yên Swîsreyê resepsiyonên Newrozê hatin lidarxistin.

Çalakiyên Newrozê yên li Swîsreyê bênavber dewam dikin. Çalakiyên Newrozê yên bi rojan li qadan dewam dikin, duh bi şev jî li bajarên Basel û Lozan ên Swîsreyê bi pêşengiya Meclîsa Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) resepsiyonên Newrozê hatin lidarxistin. Endamên Meclîsa Federal a Swîsreyê, parlamenterên kantonan û nûnerên partiyên siyasî beşdarî resepsiyonê bûn.

LOZAN

Li bajarê Lozan ê Swîsreyê ji aliyê partiyên siyasî yên Swîsre û Navenda Civaka Kurd (CDK) ve resepsiyonek hat lidarxistin. Di nav wan de parlamenterên Parlamentoya Federal a Swîsreyê û siyasetmedarên Kurdistanê, Hevseroka CDK-S Selma Surer, POP (Partiya Karker), SP (Partiya Sosyalîst), Kesk û Ensemble à Gauche (Tevgera Çep bi hev re), siyasetmedarên partiya wê û gelek kesên ji şaredariya Lozan û Renensê beşdarî resepsiyonê bûn. Di rûniştina beriya resepsiyonê de, pêvajoya dîrokî ya Newrozê û rêbazên têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ya li Tirkiyeyê bilind dibe, hatin nîqaşkirin.

Piştî pêşkêşkirina Sevgî Koyuncu ku li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lozanê Newroza beşdaran pîroz kir, Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç, Parlamenterên Federal ên Swîsreyê POP (Partiya Karker) Denîs de la Reûssîlle, Parlamenterê Federal ê Partiya Keskan Raphaël Mahaîm û Endama Federal a Ensemble à Gauche (Tevgera Çep bi hev re) Stefanie Prezioso Batou li vir axaftin kirin.

Endama Meclîsa Federal a Swîsreyê Stéfanie Prezioso Batou, diyar kir ku rejîma Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan zext û êşkenceya li ser Kurdan zêde kiriye. Got ku Kurd li hemberî van zextan li ber xwe didin. Denîs de la Reûssîlle ku piştre mafê axaftinê girt, anî ziman ku di dema ku divê birînên erdheja 6’ê Sibatê ku navenda wê li Mereşa Kurdistanê pêk hatî û bandor li Sûriyeyê kir, rejîma faşîst a Tirk li dijî Sûriyeyê û Iraq li herêmên Kurdistanê operasyon pêk tîne. Raphaël Mahaim jî di axaftina xwe de got, “Di nava pergala parlamenteriyê de bi afirandina şert û mercên demokratîk ji bo azadiya gelê Kurd divê xebat bê meşandin. Divê Konseya Ewropayê ji bo azadiya gelê Kurd rola xwe bilîze.”

Herî dawî Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç axaftinek kir. Koç got, “Ji bo gelê Kurd Newroz xwedî dîrokek berxwedan û vejînê ye. Gelê Kurd li dijî Dehaqê îro Erdogan ê ku her cure zilm ji bo gelê Kurd rewa dibîne, wê bi berxwedana Kawayan bersiv bidin.” Koç bal kişand ser 100’emîn salvegera Peymana Lozanê ya ku Kurdistan kir çar parçe û got, berxwedana yekitiya her çar parçeyên Kurdistanê wê bidome.

Piştî axaftina Yuksel Koç konsera muzîkê hat lidarxistin.

BASEL

Çalakiyeke din a li Swîsreyê resepsiyona ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) a Baselê ve li Baselê hat lidarxistin bû. Axaftina vekirinê ya resepsiyonê yek ji Kurdên Anatoliya Navîn Bulent Pekerman ku îsal serokê Kantona Baselê ye kir. Rêveberiya Kantona Baselê, endamên Meclîsa Federal Mustafa Atici, Sarah Wyss, Katja Christ, BastA, GLP, Die Mitte, EVP, Kesk, LDP, Serokên SP’ê û Hevserokên Meclîsa Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) Îsmaîl Kardaş, Hevserokê FEDA Demîr Çelîk û gelek kes beşdar bûn.

Resepsiyona Newrozê bi axaftina vekirinê ya Serokê Kantona Baselê Bulent Pekerman dest pê kir. Bulent Pekerman spasiya rêveberiya CDK a Baselê ya ku çalakî li dar xistiye kir û Newroza beşdaran pîroz kir. Pekerman got, “Newroz ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Ji dîrokê ve bi mîlyonan mirov Newroz weke zayineke nû dibînin. Newroz cejna herî kevn a Mezopotamya û Rojhilata Navîn e. Her wiha roja têkoşîna azadiyê ye. Cejna Newrozê li hemû mêvanên amade pîroz be."

Piştre Hevserokê FEDA Demîr Çelîk axaftinek kir. Çelîk bi pîrozkirina Newroza beşdaran dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku ji ber ku di erdheja Mereşê de bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane Newroza îsal bi xemgînî pêşwazî kirin. Çelîk got, “Newroz roja berxwedanê ye, roja serhildanê ye. Zayîna nû îfade dike. Em îsal bi xemgînî Newrozê pîroz dikin. Di erdhejê de bi hezaran mirovên me jiyana xwe ji dest dan. Lê mixabin dewleta Tirk di erdhejê de neçû hewara gel û alîkarî neda. Bi hezaran mirov ji sermayê mirin. Her çend roj derbas bûn jî pirsgirêkên bi hezaran mexdûrên erdhejê nehatin çareserkirin. Erka me ya sereke ye ku em piştgiriyê bidin wan giyanan.”

Piştî axaftinan hunermendên Kurd Azad û Eser derketin ser dikê û awazên Newrozê pêşkêş kirin.