Li Swîsreyê pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin

Li Swîsreyê çalakiyên ji bo Newrozê bênavber dewam dikin. Li bajarê Zurîchê bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (CDK-S) resepsiyona Newrozê hate lidarxistin.

Resepsiyona Newrozê li salona Dêra St Jacob Reformîerte hate lidarxistin. Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç, Hevseroka CDK-S Selma Surer, rêveberên Partiya Sosyalîst (SP), Partiya Karker a Swîsreyê (PDA), Partiya Lîberal a Kesk (LGP), Medîco Înternatîonal û Pira Biratiyê ya navbera Amed-Zurîchê, Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Cîhat Omer beşdarî resepsiyonê bûn.

Yolda Mayer di destpêka resepsiyonê de axivî û qala dîroka Newrozê kir. Piştre jî Selma Surer cejna Newrozê li beşdaran pîroz kir û got, "Em di demeke dîrokî de Newrozê pîroz dikin. Di serî de Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Rahşan, Zekiye şehîdên Newrozê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînim. Newroz roja berxwedanê ye. Em ê jî berxwedanê mezin bikin."

Cîhat Omer jî anî ziman ku Newroz li tevahiya Rojava bi coşeke mezin hate pîrozkirin û diyar kir ku rêberê şoreşa Rojava Abdullah Ocalan divê êdî azad bibe.

Yuksel Koç jî Newroz li beşdaran pîroz kir û bi bîr xist ku agirê Newrozê yê ku bi pêşengiya Abdullah Ocalan beriya 50 salan hate vêxistin, îro gihîştiye bi milyonan kesî û Newroz li gelan pîroz kir.

Resepsiyona Newrozê bi stran û govendê bi dawî bû.