Li Swîsreyê Kurdan li dijî pandemiyê peywira aktîf xwestin

Navendên Civaka Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Tevgera Jina Kurd a Swîsreyê (YJK-S) bi çarçoweya tevdîrên dijî  pandemiyê  ji bo ku li maseyên krîzê yên li Swîsreyê cih bigire serdan kirin.

Navendên Civaka Kurd a Demokratîk û Tevgera Jina Kurd ji bo ku li dijî pandemiyê peywirê bistînin daxwaza fermî li rayedarên Hikûmeta Federal a Bernê kirin.

Organîzasyonên Kurd  di metna serlêdanê de diyar kirin heta ku hêla vîrûsê hebe di serî de ambûlans, paqijiya kuçeyan û dezenfetasyonê de, yixtiyar, ji bo hemû pêdiviyan bi cih bînin, ji bo destekê bidin kesên ku hewceyî alîkariyê ne ew dixwazin di nav hemû xebatan de cih bigirin.

Di daxuyaniya serlêdanê de bi berbelavbûna vîrûsa Covîd-19'ê bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê û daxuyaniya şandin ji Meclîsa Federal re.

Rêxistinên Kurdan gotin Kurdên li Swîsreyê dijîn parçeyê her qonaxê yê vê pêvajoyê ne.

Di daxuyaniya serlêdanê de hate gotin pandemîn pirsgirêka hevpar a hemû mirovahiyê ye,  Kurd xwedî rêxistiniyeke mobîlîze ne û li her kantonê ew hazir in li navendên krîzê bixebitin.

Di daxuyaniyê de hate gotin saziyên Kurd ji bo peydakirina ajokorên ambûlansê, ji bo ku mekanên ku di krîzê de werin bikaranîn ji bo bi rewşên lezgîn werin bikaranîn, ji bo dezenfektekirina malên ji nexweşiyê karîger bûne, ji bo dabînkirina malzemeyên tendiristiyê û qût a ji markêtên Kurdan, ji bo teslîmkirina derman, xwarin û lêzimiyên din ên yixtiyaran ew hazir in û çi peywirên bi Elmanî, Kurdî û Tirkî ew dikarin zû entegreyî wan bibin.