Li Swêdê çalakiyên piştevaniya bi Rojava re hate lidarxistin

Li paytexta Swêd Stockholm û bajarê Malmo bi armanca piştevaniya bi gelên Rojava re ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe didin çalakî hatin lidarxistin.

Çalakiya li Stockholmê li Qada Medborgpaltsenê pêk hat. Seroka Partiya Çepgir a herêma Stockholmê Elena Karîstrım, Endamê Komîteya Têkiliyên Navnetewî ya Partiya Karker Demokratên Sosyal Johan Hassel, li ser navê Komîteya Piştevaniya bi Karkerên Îranê re Hasse û Hevserokê Navenda Çanda Kurd a Demokratîk ya Swêdê Ridvan Altûn weke axaftvan beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de peyamên Berdevka Politîkayên Derve ya Partiya Navend Kerstîn Lûndgren, Parlamentera Sosyalîst Amîneh Kakabeveh, Seroka Navenda Olof Palme Anna Sûndstrom, Parlamentera partiya Moderat Margertha Cederfled û Komên Emerîkaya Latîn  hatin xwendin.

Johan Hassel ragihand ku hikûmeta Swedê dagirkeriya dewleta Tirk ya li dijî Rojava şermezar kiriye û ji bo pêkanîna ambargoya çekan dagirkeî birine Yekîtiya Ewropayê.

Seroka Partiya Çepgir a Herêma Stockholmê Elena Karlstrom diyar kir ku dewleta Tirk bi hinceta PKK di lîsteya rêxistina terorê de ye li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê dagirkerî daye destpê kirin û divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin.

Hevserokê NCDK’ê Ridvan Altûn berxwedana gelên Rojva, Libna, Iraq, Îran û Emerîkaya Latîn ya li dijî zext û zilman silav kir.

Di çalakiyê de merşên Kurdî hate xwendin û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Tirkiyeyê boykot bike” û “Jin Jiyan Azadî” hate berzkirin.

MALMO

Li ser banga Komîteya Rojava û NCDK’ê ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirk û piştevaniya bi gelên Rojava re mîtîngek hate lidarxistin.

Li ser navê organîzatoran axaftin hate kirin û dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin. Ji bo dawî lê anîna dagirkeriyê banga ketina tevgerê li Yekîtya Ewropa û Netewên Yekbûyî hate kirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Dewleta Tirk ji Kurdistanê bicehime”, “Destê qirêj ji Rojava bikêşin”, “Piştevaniya bi Rojava re” û “Tirkiyeyê boykot bike” hate berzkirin.