Li Swêd û Fînlandiya newekheviya jin û mêr zêde bû

Li gorî rapora lêkolînên ku hatî kirin vîrûsa koronayê herî pir tesîr li ser jinan kiriye, rêjeya bêkariyê li welatên weke Swêd û Fînlandiya jî, li nav jinan zêde bûye.

Rêxistina Xebatê ya Navnetewî (ILO) têkilî tesîran vîrûsa koronayê ya li ser jinan raporek weşand. Di raporê de tê destnîşankirin bêkarî ji mêran zêdetir tesîr li ser jinan kiriye û bi milyonan jin bêkar mane. Li Kamboçya û Bangladeşê di sektora tekstîlê de bi sedhezaran jin ji kar hatine avêtin. Di sektora tendiristiyê ya cîhanê de xebatkar 70 ji 100'î jin in, piştî vîrûsa koronayê şertên xebatê yên jinan piştî koronayê girantir bûye.

Ne tenê li welatên paşmayî li welatên weke Swêd û Fînlandiya jî ku standartên jiyanê zêde ne, vîrûsa koronayê herî zêde tesîr li ser jinan kiriye. Piştî ku vîrûsa koronayê Adara par li Fînlandiya hate dîtin bi 3 mehan bêkariya li nav jinan zêdetir bû. Newekheviya dahatê ya di nav jin û mêran de zêde bû.

Li Swêd jî rewş ne cuda ye. Li gorî lêkolîna Konfederasyona Sendîkaya Karkeran a Swêd (LO) dahata jin û mêran ji hev pir cuda bûye, bêkariyê zêdetir bandor li ser jinan kiriye.

Pisporê ku li LO'yê dixebite got, ''Dema hÊla koronayê îstîhdama li nav jinan kêm bûye û bêkarî zêde bûye.''

Piştî ku korona berbelav bû ji bo ku ji kar neyên avêtin gava xebata rojê ya demkurt dest pê kir, pisporên ku rapor amade kirin diyar kirin ev gav girîng e lê ti alîkarî li karkerên jin nekiriye.

Seroka LO'yê Susanna Gîdeonsson got, ''Rewşa karkerên jin berê jî xirab bû. Niha civakê careke dî meraş ji bin piyê wan kişand.''