Li Stûttgartê cangoriyên qetlîama Maraşê hate bibîranîn

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê Federasyona Komeleyên Demokratîk ên Maraşê (MARDEF) cangoriyên qetlîama Maraşê bi bîr anîn.

MARDEF’ê di bibîranînê de got ku “Ji bo qetlîama Maraşê neyê jibîrkirin, em 19-26’ê Kanûnê bi navê Hefteya Bibîranîna Cangoriyên Qetlîama Maraşê îlan dikin.”

Nûnera MARDEF’ê ya li Stûttgartê Safîye Îşcan di bibîranînê de axivî û got ku “Di meha Kanûnê de ne bi tenê qetlîama Maraşê pêk hatiye. Di meha 19’ê Kanûnê de jî qetlîamek hate kirin û Qetlîama Roboskiyê jî hate kirin.”

Parlementerê HDP’ê Zeynel Ozen jî got ku “Li Maraşê qirkirinek hate kirin. Zar û zêç, jin û kal û pîr qetil kirin.”