Li Stûttgartê ji bo azadiya wekîlên girtî çalakî hate kirin
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê ji bo azadiya Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgan Yuksekdag û wekîlên din ên girtî çalakiyek hate kirin.
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê ji bo azadiya Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgan Yuksekdag û wekîlên din ên girtî çalakiyek hate kirin.
Însyatîfa Ji bo Fîgen Yuksekdag û Wekîlên din Azadî ku AvEG-KON, SKB û AGÎF destek dike çalakiya ku li Konîgstrabe Ecke MArstallstrabe hate kirin, ji bo kesên di Qetlîama Gurgum a 19’ê Kanûnê, Qetlîama Roboskê, ji bo kesên di meha Kanûnê de şehîd bûne û hemû şoreşgeran deqeyek rêz hate girtin.
Çalakiya ku ADHK, MLPD, NCKD, ATÎL, Alinterî, Corrage û Fraunbunsîs Stûttgart tevlî bû dirûşmên ‘Ji bo Fîgen Yuksekdag azadî’, ‘Ji bo Demîrtaş azadî’, ‘Ji bo girtiyên siyasî azadî’, ‘Bijî piştevaniya enternasyonalîst’ û ‘jin, jiyan, azadî’ hatin qîrkirin. Belavoka bi Elmanî ya ku ji aliyê însyatîfê ve hatibû amadekirin hate xwendin.
Çalakî bi axaftinên daxwaza azadkirina wekîlan dike bi dawî bû.