Li Stûttgart û Frankfûrtê çalakiya rûnistinê

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyên li bajarên Stûttgart û Frankfûrtê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî destpêkirin, didome.

Çalakiya ku duh li Stûttgartê destpêkiribû îro di roja xwe ya duyemîn de didome, Kurdistaniyan li Frankfûrtê jî çalakiya rûniştinê destpêkirin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrta Elmanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di çarçoveya pêngava “Dem, dema azadiyê ye” de çalakiya konê hat destpêkirin.

Hevserokê FCDK/KAWA Emîn Denîz ku têkildarî armanca çalakiya ku wê 5 rojan bidome daxuyanî da. Denîz di daxuyaniyê de got: “Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku 22 salin hatî girtin û di bin tecrîdek giran de tê ragirtin, li hemberî hêzên hegemon ên cîhanê bi pêşxistina Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk komplo bin xistiye.”

Denîz ragihand ku ew ê heya azadiya Abdulah Ocalan di nava çalakiyan de bin. Wê çalakiya konê heya 27’ê Sibatê bidome.

STÛTTGART

 

Çalakiya konvedanê ya li Meydana Kobanê ya bajarê Stûttgart a Elmanyayê hatibû organîzekirin di roja duyemîn de ye.

Di çalakiyê de Însiyatîfa Jinan a Meryem jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, nameyek ji Neteweyên Yekbûyî re şand û ew vedixwîn erkê.