BI DÎMEN

Li Strasbourg’ê dirûşmeya ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ belav dibe

Ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêber Apo, li Srasbourgê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok Jiyan Nabe” belav dibe.

KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ

Ji bo meş û mîtînga ku wê bi wesîleya salvegera 26’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo li bajarê Strasbourg ê Fransayê bê lidarxistin, Kurdistanî kom dibin.

Ji bo çalakiya ku bi hefteyane amadekariya wê têkirin, Kurdistanî û dostên wan ji çar aliyên Ewropayê hatin û di serê siharê de gihiştin bajêr. Ji bo çalakiyê cade hatin girtin. Komîteya amadekar jî bi ewlehiya qadê ve mijûl dibe.

Bi hezaran kes bi otobusa ji bajarên dûr hatin û li Lyon û Metz’ê kom bûn. Gel diherike qadê û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bijî Berxwedana Kobanê” berz dikin. Komplo bi nefret tê şermezarkirin.

Daxwaza esas a meş û mîtînga di çarçoveya pêngava “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.