Kudistanî li Meydana Sergelstorgê ya dikeve navenda bajarê Stockholmê hatin gel hev û daxwaz kirin ku tecrîda der yasayî û ne rewa ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin were rakirin û demildest bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne.
Di axaftinên ku li ser navê Navenda Civaka Kurd ya Demokratîk ya Stockholmê û Meclîsa Jinan a Amara hatin kirin de hate gotin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberek e ku vîna gelê Kurd temsîl dike û nûçeyên têkildarê rewşa tendirustiya wê yên di medyayan de hatinî parvekirin hemû gelê Kurd xistiye nava fikaran.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku Ocalan garantiya aştiya li Tirkiyê û Rojhilata Navîn e û bang li Yekîtiya Ewropayê, Hukûmeta Swêdê û Komîtaya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) hat kirin ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava hewldanê.
Kurdistaniyan alekî mezin ku wêneyê Ocalan û amblema PKK’ê li ser hebû li cihekê bilind ê qadê daliqandin. Di çalakiyê de bi berdewamî dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo”, “Ji Ocalan re azadî”, “Ocalan gel e, gel em in” û her wiha “Destên xwe yên bi xwîn li ser Ocalan rakin”, “Kujerê zarokan Erdogan” û “Erdoganê kujer û faşîst” hatin qêrkirin.