Li Stockholmê 8’ê Adarê hate pîrozkirin

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar jin li Stockholmê daketin qadan û bi sloganên ‘Jin, jiyan, azadî meşiyan.”

8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar li 100 cihên Swêdê bi xwepêşandan, mîtîng, sînema û şanoyê hate pîrozkirin.

Li Stockholmê jî saet di 13.00’an de li Qada Sergels Torgê çalakiyê dest pê kir. Li ser navê Sosyalîstên Partiya Edaletê Katya Nîllsson diyar kir ku di bingeha şîddeta li ser jinê de kapîtalîzm û nirxên darizandina baviksalar heye.

Li ser navê Yekîtiya Jinên Saryayê Ayşe Goktepe jî diyar kir ku jin her roj ji bo mafên wekhev têdikoşin. Goktepe bal kişand ser berxwedana jinên Kurd ên li Rojava û diyar kir ku şoreşa Rojava şoreşa jinan e.

Piştî axaftinan çalakger ber bi Qada Norrmalststorgê meşiya. Jinên Kurd alayên TJK-E, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şoreşgerên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hildan.