Li Solothûrnê ji bo azadiya Ocalan çalakî

Ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî li bajarê Solothûrn a Swîsreyê çalakiyek hate kirin.

Li ser banga Komuna Jinê ya Pinar a Solothûrn Kurdistaniyên li pêşiya stasyona trenê kom bûn bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aşiyê ya Cîhanê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek kirin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ hate vekirin û dowîzên ku daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan dike û poster hatin hildan.

Çalakiya ku li ser navê aktivîstan belavok hatin belavkirin, dirûşmên li dijî faşîzma AKP-MHP’ê hatin qîrkirin. Di çalakiyê de li ser navê Komuna Jinê ya Pinar belavoka bi Elmanî hatibû amadekirin hate xwendin, li ser navê CDK’ê jî axaftin hate kirin. Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.