Li Solothûrnê bi sedan name ji NY’ê re şandin
Kurdistaniyên xwedî li kampanyaya “Ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re na; Dem dema azadiyê ye” derketîn, bi sedan name şandin ji NY’ê re.
Kurdistaniyên xwedî li kampanyaya “Ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re na; Dem dema azadiyê ye” derketîn, bi sedan name şandin ji NY’ê re.
Îro ji 450 nameyan zêdetir ên bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatîn amadekirin, ji postaxaneya navendî ya Solothûrnê şandin ji Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re.
Piştî ku nameyên bi pêşengiya Meclisa Jinan a Rojbîn a Aaraû, Komîna Jinan a Pinar a Solothûrn û Navenda Civaka Kurd a Aaraû û Solothûrnê hatî amadekirin şandin ji NY’ê re, aktîvîstê Kurd Mahîr Yuksel di derbarê kampanyayê de ev anî ziman:
“Weke meclisên gel ên kantonên Aaraû û Solothûrnê starta yekem a kampanyaya nameyan bi 450 nameyan me danî. Di çarçoveya kampanyayê de bi şêweyek hîn bi hêztir xwedî li pêngavê derketin, di rojên me yên pêş de nameyên bê komkirin dîsa em ê bi şêweyê komî rêbikin.”
Kampanyaya bi komî şandina nameyan li bazên meclisan û kantonên Swîsreyê bê navber didome, di rojên pêş de li Bern, Basel, Cenevre, Zurîh û li dehan bajaran nameyên ku hatîn amadekirin wê bişînin.