Li Sîdneyê Kurdistaniyan dest bi xebatên federasyonê kirin

Kurdistaniyên li Sîdneyê dijîn ji bo xebatên federasyonê kongreya xwe li dar xistin

Li 4 eyaletên Ewûstralyayê Navendên Civaka Demokratîk a Kurd xebatên federasyonê bi dawî kirin.

‘EM Ê BIBIN BERSIVA SEKNA BI PARÇE’

Îro li Sîdneyê bi beşdarbûna 31 deleqeyan kongreya giştî hate lidarxistin. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û saziyên baweriyê beşdarî kongreyê bûn.

Li ser navê dîwanê Suleyman Bîngol axivî û got; “Em rojên dîrokî dijîn. Di pêvajoyekî wiha de bi piştgiriya dostan li Sîdneyê em gava yekemîn diavêjin.”

Bîngol ragihand ku Kurdistaniyên li Ewûstralyayê dijîn wê bi federasyonê bibin bersiva sekna parçeyî.

Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç jî bi rêya Skype beşdarî kongreyê bû û keyfxweşiya xwe anî ziman.

Di kongreyê de Çîgdem Aslan û Îsmet Taştan ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.