Li Sîdney çalakî: Aştî bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re tê

Kurdistanî û dostên wan ên li Sîdneyê ji bo 1’ê Îlonê çalakiyek kirin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Sîdney ê Evûstralya dijîn, ji bo Roja Aştiyê ya Cîhanê bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) çalakiyek kirin. Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, li ser navê NCKD û ADKTF’ê jî axaftin hatin kirin.

Di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî bêdengiya dewlet û hêzên navneteweyî yên li dijî êrîşên dewleta Tirk hate nîşandan, tecrîd protesto kirin û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vîna milyonan e.”

Li ser navê Koma Piştevaniyê ya Sîdney a Rojava Peter Boyle got: “Mandêla ji bo gelê Efrîqa çi be, Ocalan jî ji bo gelê Kurd heman e. Ji bo aştî û demokrasiyê divê Rêberê Gelê Kurd azad bibe.”

Çalakî bi xwendina helbestên zarokan ku li ser Ocalan amade kiribûn bi dawî bû.