BI DÎMEN

Li Sheffîeld û Brîghtonê Newroz hate pîrozkirin

Li dêrên li bajarên Sheffîeld û Brîghtonê yên Îngilistanê Newroz bi coşeke mezin hate pîrozkirin û di şahiyan de dirûşmeya ‘’Ji Rêber Apo re Azadî’’ hate berzkirin.

LI ÎNGILISTANÊ NEWROZ

Şahiyên Newrozê li Îngilistanê bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’  berdewam dike. Li bajarên Sheffîeld û Brîghtonê bi hezaran kes beşdarî şahiyan bûn û şahiyên bi coş pêk hatin.

Pîrozbahiya Newrozê ya li Sheffîeldê bi rêzgirtina deqeyekê ya ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê destpê kir. Li dêra ku pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin,  flamayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, YPG, YPJ û PAJK'ê hatin daliqandin. Gelek caran dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî Newroz’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berzkirin. Kurdistanî bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

MIZGÎNIYA GERÎLAYAN A NEWROZÊ HATE SILAVKIRIN

Di pîrozbahiyê de hate gotin ku bêyî azadiya Abdullah Ocalan gelê Kurd azad nabe û ev yek jî hatin gotin: ‘’Em tu carî rê nadin xiyanet, hevkarî û dagirkeriyê. Gerîlayên Kurdistanê bersiva pêwîst dide dewleta Tirk a dagirker û dijminê jinan û gelê Kurd. Her wiha em mizgîniya Newrozê jî silav dikin.’’ Piştî axaftinan hunermendên weke Sûna Alan, Mîr Serhad û Bahram Shamamîyî stranên xwe strîn û beşdarvanan govend gerand.

Li bajarê Brîghtonê jî pîrozbahiyeke bi coş pêk hat. Weke li bajarê Sheffîeldê li vir jî pîrozbahiya Newrozê li dêrekê hate lidarxistin. Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr, Seroka Şaredariya bajarê Brîghtonê Jackîe Oqûîn, rayedarên Partiya Karkeran, komên enternasyonalîst û gelek Kurdistanî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr di pîrozbahioyê de axîvî û got: ‘’Tecrîd sûcê mirovahiyê ye û eger yekitî û têkoşîna neteweyî pêk were, wê azadiya hemû girtiyên siyasî were dabînkirin.’’

Seroka Şaredariya Brîghtonê Jackîe Oqûînê Newroz pîroz kir û got ku ew bi hevgirtina gelê Kurd re bi şanaz e.

Piştî axaftinan hunermend Rotînda stranên gerîla û têkoşînê strîn. Li gel stranên Rotînda yên bi coş govend hate gerandin. Herî dawiyê jî hunermend Merwan Şan derket ser dikê û stranên xwe gotin û şahî bi vî awayî bi dawî bû.