Li servîsên îstîxbaratê yên Elman alarma 'Moskowa'yê

Sê servîsên îstîxbaratê yên Elman ku li parlamenta Elman di civîneke ji gel re axivîn, têkildarî metirsiya 'Gefa Rûs' a ji 'Rojhilat ber bi rojava ve' hişyarî dan.

Servîsên veşartî yên Elman hişyarî dan ku çalakiyên destwerdanê yên heyî yên Moskowayê 'di asteke welê de ne ku beriya niha nehatin dîtin' û diyar kirin ku Rûsya 'dibe ku' di dawiya deh salan de êrîşî Tifaqa Atlantîk a Bakur (NATO) bike.

Serokê servîsên sîxuriyê û sîxuriya dijber a Elman (BND) Bruno Kahl di rûniştina li parlamenta Elman de axivî û got, "Ji aliyê mirovî û madî ve hêzên çekdar ên Rûs di dawiya van deh salan de dibe ku êrîşekê li ser NATO'yê bikin."

Li gorî Kahl, "Şerekî leşkerî yê yekser li hemberî NATO'yê ji bo Rûsyayê bûye alternatîfek."

Hersê servîsên îstîxbaratê yên Elman hişyarî dan ku karên servîsên veşartî yên Rûs ên li welêt veguheriye metirsiyekê.

Seroka servîsa sîxuriya dijber a leşkerî Martina Rosenberg anî ziman ku "çalakiyên sabotajê û sîxuriyê' yên li dijî artêşa Elman di asteke girîng de zêde bûne."

Serokê îstîxbarata navxweyî Thomas Haldenwang jî got, "Sabotaj û sîxuriya Rûs li Elmanyayê hem ji aliyê wesfê hem jî hejmarî ve zêde dibe."

Serokê îstîxbarata navxweyî îdîa kir ku li pişt bûyereke paketê ya li navenda DHL a li Leipzigê ya meha Tîrmehê Moskowa heye.

Serokê îstîxbarata navxweyî qala kampanyayên dezenformasyon û bikaranîna balafirên bêmirov ên sîxuriyê jî kir û got, "Eger paket di dema firînê de biteqiya wê qezayek rû bida."

Serokê îstîxbaratê îdîa kir ku gefa Rûs veguheriye 'Bahozeke rasteqîn' ku ji rojhilat ber bi rojava ve diçe û anî ziman ku çalakiyên Rûs 'Ji yên niha li vir diqewimin bêhtir bêrehm e" û bal kişand ser Dewletên Baltik û Polonyayê.

Bruno Kahl got, "Moskowa xwe amade dike ku çalakiyên hîbrîd û veşartî hîn zêde bike."

Dîrektorê servîsên veşartî ragihand ku çalakiyên destwerdanê yên Kremlînê gihîştiye 'asteke ku beriya niha nehatiye dîtin" û ragihand ku dixwaze 'xetên sor ên Rojava biceribîne'.

Hikumeta Elman jî li hemberî rîskên sabotajê yên li ser binesaziyên krîtîk û sîxuriyê tedbîrên ji bo xurtkirina kontrolên ewlekariya li torên medya dîjîtal eşkere kir.