Çalekgerên çepgir li ser sînorê Spanyayê li cihekî bi girîngiyeke sembolîk wê li dijî koma nîjatperest a bi navê ''Generatîon îdentîtaîre'' bibêjin, ''no pasaran''.
Heftiya bihurî li Luchonê koma nîjatperest koçber kiribûn hedef. Her wiha heftiya çûyî sêşemê 30 nîjatperestên radîkal bi wesayitan 'dewriye' kiribûn, ji bo sînorên li gel Spanyayê 'bişopînin' drone bi kar anîbûn.
Li dijî çalakiya nîjatperest a li sînorê Spanyayê ya bi navê Bihêrka Portîllonê wê peyama ''No pasaran'' were dayin.
Bi banga Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) û hin pêkhateyên çepgir çalakî îro saet 11.00'an li Çiyayên Pyrênêsê, li Bihêrka Portîllonê wê were kirin.
Bihêrka Portîllonê 1939'an li dijî rejîma faşîst a Franco bi roleke girîng rabûbû. Dema şer û piştî şer bi qasî nîv milyon mirovê ku ji rejîma faşîst reviyabû ji Çiyayên Pyrênêsê xwe gihandibûn Fransayê. Bihêrka Portîllonê 1939'an ji bo ku ew cih bû ku Komarparêz û endamên Artêşa Komarparêzan jê bihurîbûn, li dijî nîjatperestiyê ji bo çalakiyê hate hilbijartin.