Li Selanîkê anarşîstan ji bo Rojava çalakî li dar xist

Li bajarê Selanîkê yê Yewnanistanê komên anarşîst bi armanca piştevaniya bi berxwedana Rojava re çalakî lidarxistin.

Li bajarê Selanîkê yê Yewnanistanê komên anarşîst bi armanca piştevaniya bi berxweda Rojava ya li dijî êrîşên dagirkeriyê gelek çalakî lidarxistin.

Komên anarşîst şûbeyên Mercedes Benz dan ber kevir û daran, belavokên li ser nivîsa “Mercedes Benz, ji bo Erdogan yê êrîşî Rojava dike gelek pere û zirxiyan dide” li welatiyên derdor belav kirin. Komên anarşîst çalakiyên xwe bi kamereyan kişandin.

Li aliyê din magazayên ku malên Tirk weke Îstikbalê kirin hedef. Di çalakiyê de nivîsa “Rojava biparêze” li ser magazayan nivîsandin.