Li Saarbruckenê li dijî ‘qedexeya PKK’ê’ kampanya hate destpêkirin

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ji aliyê saziyên civaka sivîl ve li dijî qedexeya PKK’ê kampanya hate destpêkirin.

Saziya Aktîon Drîtte Welt Saar û penaberên saarland ku li Saarbrucken a Elmanyayê xebatan dike bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan kampanyayekî nû dan destpê kirin.

Saziyên civaka sivîl diyar kirin ku qedexeya PKK’ê mafê gelê Kurd ên li Elmanyayê dijîn binpê dike. Saziyên Ciavaka Sivîl her hefteyê nêrînên kesên navdar parve dikin û nerazîbûn nîşanî qedexeyê didin.

Endamê CDU Arthûr Bîesalskî ku beşdarî kampanyayê bûye û heman demê li dêra katolîk xebatan dimeşîne wiha got; “Qedexeya PKK’ê nayê qebûlkirin û divê demildest were rakirin.”

KESÊN DIXWZIN BEŞDARÎ KAMPANYAYÊ BIBIN

Ji rêveberên kampanyayê Fertrûd Selzer got ku ji bo kesên dixwazin beşdarî kampanyayê bibin, wêne û nêrînên xwe parve bikini, dikarin bişînî navnîşana: [email protected]