Li Rûsyayê komploya 15'ê Sibatê û tecrîd hate şermezarkirin
Kurdên li herêma Stavapolê ya Rûsyaê dijîn tecrîd û komloya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Kurdên li herêma Stavapolê ya Rûsyaê dijîn tecrîd û komloya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Endamê Meclîsa Gel a Stavrapolê ji bo tecrîdê û geşedanên siyasî binirxînin kom bûn.
Di kombûnê de komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah hate şermezarkirin, ji bo şikandina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan bang hate kirin ku gel derkeve derve.
Di kombûnê de her wiha li dijî êrîşên dagirker ên Tirk û girtinan helwest hate nîşandan.
Çalakgeran bang li CPT'yê û saziyên navnetewî kirin ku li bara sûcên dewlta Tirk dawî li bêdengî û hevkariya xwe bînin.