Li Rûsyayê komploya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

Kurdistaniyên li Yerşovê ku ser bi herêma Saratov a Rûsyayê ye, Komploya 15’ê Sibatê bi çalakiyek şermezar kirin.

Bi wesîleya salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a ku di encamê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîl hat girtin, li navçeya Yerşov a herêma Saratovê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de li ser navê Kurdên Yerşovê Serokê Otonomiya Kurdan a Yerşovê Mîrza Alî û Endama Meclisê Sûltan Bakî axaftin kirin.

Di axaftinên hatin kirin de hate destnîşankirin ku 15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojeke reş e û hate gotin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîn bidome.

Çalakgeran destnîşan kirin ku, tecrîd di heman demê de konseptek navneteweyî ye û nerazîbûnên xwe anîn ziman. Çalakgeran diyar kirin ku, polîtîkayên ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd, çawa heta niha bi ser neketiye, di siberojê de jî wê bi ser nekeve.