Li Romayê ji bo Rêberê Gelê Kurd belavok hate belavkirin

Li Romaya Îtalyayê belavokên li ser fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate belavkirin.

Li Romayê ya ku paytexta Îtalyayê ye ji bo danasîna fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qada Lorgo Argentînayê çalakiyek hate lidarxistin.

Komîteya Kurdan û Rete Kurdistanê li qadê belavok belav kirin.

Di çarçoveya kampanyaya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ bi pêşengiya Komîteya Azadî ji Ocalan re ji serê meha Çileyê ve xebat tên kirin.

Yek ji saziya civaka sivîl ARCOI, sendîkayên mezin COBAS, CÛB û ÛNICBAS, gelek şaredar, rojnameger, hunermend û nivîskar jî piştgiriyê didin kampanyayê.

Komîte wê heta 15’ê Sibatê çalakiyên xwe bidomîen û di 13’ê Sibatê de jî mîtîngekê li dar bixe.