Li Romayê banga tevlîbûna meşa 15’ê Sibatê hat kirin
Li Navenda Çandê ya Ex Snia ya li Romayê bi pêşengiya UIKI, Rete Kurdistan û Komeleya Çandê ya Ararat bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê çalakiyek hat lidarxistin.
Li Navenda Çandê ya Ex Snia ya li Romayê bi pêşengiya UIKI, Rete Kurdistan û Komeleya Çandê ya Ararat bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê çalakiyek hat lidarxistin.
Li Navenda Çandê ya Ex Snia ya li paytexta Îtalya Romayê bi pêşengiya UIKI, Rete Kurdistan û Komeleya Çandê ya Ararat bi boneya salvegera rizgarkirina Kobanê çalakiyek hat lidarxistin. Endamên delegasyona Îtalya yên serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin, tevlî çalakiyê bûn.
Endamên delegasyonê axivin û der barê pêvajoya li herêmê pêş dikeve nirxandin kirin û bersiv dan pirsên beşdaran. Di çalakiyê de wêneyên kesên di sala 1998'an de ji bo pêşwazîkirina Rêber Apo hatin Romayê jî hatin pêşandan. Wê salê Navenda Çandê ya Ex Snia malovaniya gelê ku ji bo pêşwazîkirina Rêber Apo hatibûn, kirîbû.
Di çalakiyê de balê kişandin bi ser girîngiya xwedîderketina Şoreşa Rojava li Ewropayê û banga tevlîbûna meşa 15’ê Sibatê ya li Romayê bê lidarxistin hat kirin.