Li Rheînmetallê çalakiya bêîtaetiya sivîl
Jinên Ciwan ên Têkoşer û ciwanên enternasyonalîst li şîrketa çekan a Rheînmetallê çalakiya bêîtaetiya sivîl li dar xist.
Jinên Ciwan ên Têkoşer û ciwanên enternasyonalîst li şîrketa çekan a Rheînmetallê çalakiya bêîtaetiya sivîl li dar xist.
Li navenda giştî ya şîrketa Rheînmetall ya li Viyanayê ji bo ku rejîmên dîktator çekan hildiberîne, Jinên Ciwan ên Têkoşer û ciwanên enternasyonalîst li çalakiya bêîtaetiya sivîl li dar xistin.
Sibehê saet di 07.00’an de ciwanan bi pankartên bi Elmanî yê ‘Tu biqîrî wê operasyon bisekine! Tu bêdeng bimîne wê mirov bimirin’ û ‘Çekan nedin mutefîkên cîhadîstan’ ketin nav avahiyê û di nav avahiyê de bi sloganan çalakî domandin.
Jinên ciwan daxuyanî dan û diyar kirin ku herî zêde şîrketa çekan a bi navê Rheînmetall çekan difiroşe Tirkiyeyê. Çalakgeran diyar kirin ku ew qebûl nakin ku ji bo aboriyê şîrket çekan bifiroşe rejîma Erdogan.
Çalakî di çarçoveya ‘Bi hev re serhildan’ û ‘RîseÛp4Rojava’ hate lidarxistin. Çalakî bi qasî 4 saetan domiya û piştî ku polîsan êrîşî çalakiyê kir, çalakî bi dawî bû.