Li Rennesê pankarta ‘Dest nede vîna min’ hate hildan

Kurdistaniyên li Rennesê dijîn, bi pankarta li ser pirekê daliqandin êrîşên dagirkeriyê protesto kirin.

Endamên Komeleya Civaka Kurd a Demokratk a Amara û Komeleya Jinê ya Zîn ji bo balê bikişînin ser bûyerên demê dawî ya li Kurdistanê, xespkirina şaredariyên HDP’ê ya ji aliyê desthilata AKP/MHP’ê ve protesto kirin.

Endamên komeleyan di saetên şevê de li ser li ser cihên cuda yên pireke rêya wê herî qelebalix pankartên bi nivîsa ‘Dest nede vîna min’ û ‘Ji şerê li Kurdistanê re na’ vekirin.