BI DÎMEN

Li Qibrisê meşa azadiyê

Li Qibrisê ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo, meşa dirêj a yek rojî destpê kir.

MEŞA DIRÊJ

Gelê Kurd û dostên wan ên li Qibrisê, ji bo protestokirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo, meşa dirêj a yek rojî da destpêkirin.

Meş li navçeya Dali ya paytext Lefkoşayê destpê kir. Meş wê li ber Balyozxaneya Yewnanistanê bi dawî bibe.

Çalakvanan bi berzkirina dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ meşa xwe domandin û di guzergeha derbasbûnê de jî, belavokên têkildarî komployê belav kirin.