Li Qibrisê komploya 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
Li Qibrisê Kurdistanî û dostên wan Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezarkirin.
Li Qibrisê Kurdistanî û dostên wan Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezarkirin.
Li Qibrisê Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, meşek dirêj lidarxistin. Meşa ku li navçeya Dalî ya li paytext Lefkoşayê destpê kir, li ber Konsolosxaneya Yewnanîstanê bi dawî bû.
Çalakgeran di meşê de bênavber dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berzkirin û li ser rêyan bi sedan belavokên der barê komploya navneteweyî de belav kirin
Çalakî li ber konsolosxaneyê bi axaftinan bi dawî bû.