Li Qamişloyê nêzî 50 hezar kes bi ‘Meşa Rûmetê’ dagirkerî protesto kirin

Abdulah a di ‘Meşa Rûmetê’ de axivî got: “Bi şerek wiha wê zêdetir derfet bide dagirker li Kurdistanê bicih bibe.”

Bi armanca protestokirina êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistnaê ‘Meşa Rûmetê’ û mîtînga ku nêzî 50 hezar kes tevlî bûn, bi dawî bû.

Bi deh hezaran welatiyên ji Qamişlo, Dêrik, Rimêlan, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbestiyê û Hesekê tevlî ‘Meşa Rûmetê’ bûn. Partiya Lîberal, Partiya Yekîtiya Suryan, Partiya Demokratîk a Roj a Sûriye, Kongreya Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Partiya Pêşverû ya Sûriye û nûnerên saziyên civaka sivîl jî destek dan çalakiyê.

Di Meşa Rûmetê de, endamên Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Hunerê bi cilê xwe yên folklorî, endamên Partiya Lîberal, endamên Partiya Yekitiya Suryan, Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê, Kongreya Star, Partiya Yekitiya Demokratîk , Partiya Sûriya Pêşerojê û saziyên civaka sivîl beşdar bûne.

Meş ji kolana sereke ya ber bi navçeya Amûd ve destpê kir û li tax û kolanên sereke yên bajarê Qamişlo didome. Di meşê de diruşmên silavkirina berxwedana gerîla tên berzkirin.

Her wiha alên HPG, YJA-Star, Kongreya Star, PYD'ê û wêneyên şehîdan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên "Li dijî dagirkerî û xiyanetê meşa rûmetê", "Bijî berxwedana gerîla", "Bê serok jiyan nabe" û "Gerîla pêşeroj û rûmeta Kurdistanê ye" hatin vekirine.

Piştî meşê li Stadyoma 12’ê Gulanê mîtîngek hate kirin. Dayika Gerîla Xaliye Eyûb di mîtîngê de axivî.

Dayikên gerîla Xaliya Eyûb jî li dijî xiyaneta PDK'ê helwestên xwe diyar kir k û got: “Em bang li saziyên mafên mirovan dikin ku em ne hewcedarî tu kesî ne, em besî xwe ne. Ne ji gerîlayên li çiyayên Kurdistanê bûye, me nikarîbûn li vir biciviya. Lê çavên xwe ji vê rastiyê re digrin. Îro gelek plan li ser me tên meşandin. Faşîzm îro dixwazin me tine bikin. Em ê li dijî planan her li ber xwe bidin.  Gerîlayên me gelên bindest diparêzin. Lê mixabin li şûna ku milê xwe bidin gerîla, planan li ser wan didin meşandin. "

Dayika gerîla, Xaliya Eyûb banga li hemû dayikên Kurdistanê re kir ku bibin û got: "Em bibin yek, em ê bi ser kevin. Lê bi qedera kurdan bilîzin. Tu razî be, an ne razî be em Kurd in û em li pişta gerîla û rêberê xwe ne."

Xaliya Eyûb berxwedana gerîla, berxwedaniya Îmralî û berxwedana gelê Kurd silav kir.

KOÇER: DIXWAZE VÎNA GELÊ ME BIŞKÎNE

Di mîtînga li dijî xîyanet û dagirkeriyê de, Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer axivî.

Koçer di destpêkê de anî ziman ku ev sekna heyî ya neteweyî ye û got: “Îro êrîşên li ser gelê Kurd tên kirin ne ji rêzê ne. Êrişên qirkirinê ne. Ev êrîşên ku îro li Başûrê Kurdistanê, guhertina demokrafîk li Efrînê, Girê Spî, Serêkaniyê, bi destê dewleta Tirk û bêdengiya navneteweyî tê kirin. Ev qirkirin ji bo şikandina vîna gelê herêmê ye. Ev sekin ji êrîşan re dibejê na. Em bangawaziya xwe ji dewletên navneteweyî dikin ku hûn tevlî qirkirina Kurdan dibin yan na? ger hûn bibêjin na wê demê helwestên xwe nîşan bikin. Êdî zanabûna gelê herêmê pêş ketiye. Gelê me îro rêveberiya xwe çê kiriye. Divê her kes helwestên navneteweyî nîşan bide.”

Koçer destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk qebûl nakin û got: “Em bang li hemû partiyên Kurdan dikin ku destê xwe nexin nav xwîna Kurdan. Kesên ku destê xwe têxê nava xwîna Kurdan wê dîrok lanet lê bike. Sedema êrişên niha li Başûr ne tevgera azadiyê. Dema referandûmê PKK'ê li wir bû. Gelê Kurd xwedî birdozî û serok e. Dewletê mêtîngerên Kurdistanê baş bizanibin Kurd ne yên berê ne. Berê digotin Kurd nikarin tiştekî bikin. Em li dijî qirkirinê li ber xwe didin û êdî serkeftin jî ya me ye. Em ne neteweya berê ne. Îro Kurd xwedî hêz in bi hezaran fedaî dan. Binkeftina Kurdan îro nîne. Divê dewletên navneteweyî jî vê rastiyê bizanibin"

Koçer di berdewama axaftina xwe de got: "Bila her kes bizanibe ku dewleta Tirk dijminê gelê Kurd e. Dixwazin Kurdan qir bikin. Em bang li partiyan dikin ku helwestên xwe diyar bikin. Em ê deynin pêşiya vî welatî ku kî welatparêz e kî ji bo Kurdan xwe feda dike.

Dewletn navneteweyî ger hûn cidî nêz bibin bêdeng nemînin ji qirkirina li ser Kurdan. Ger nebê em ê dibêjin ku hûn şirîk in"

ASYA ABDULLAH: HELWESTA GEL DI VÊ MÎTÎNGÊ DE ZELAL DERKET HOLÊ

Piştre jî endama Koordînasyona Kongra Star Asya Ebdullah ji axivî.

Asya Ebdullah berxwedana gerîlayên azadiyê silav kir û got: "Bi sembola serkeftinê em berxweda gerîlayên azadiyê li hember dagirkeriyê silav dikin. Berxwedana li hember dagirkeriyê li hemû qadên jiyanê û tevahî qadan silav dikin. Em dibejin wê berxwedana li hember dagirkeriyê bi ser bikeve."

Asya Ebdullah anî ziman ku ev mîtîng peyama berxwedana li dijî dagirkerî û peyama yekitiya neteweyî dide û wiha domand: " Ev meş û ev helwest a ji bajarê evînê ji çanda berxwedan û serhildanê ye, ji bo hemû perçeyan peyama berxwedanê li dijî dagirkeriyê û peyama yekitiya neteweyî  ye. Bi yek helwestê wê îradeya me û wê têkoşîna me yek be."

Asya Ebdullah di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku armanca dagirkeriya dewleta Tirk ew e ku  çanda 400 salî ya Osmanî ya qirkirin û tunekirinê li dijî hemû gelê herêmê û Kurdistanê vegerîne û got: " Îro Erdogan temsîla çanda Osmaniyan dike. Helwesta gelê Kurd, Ereb, Suryan û hemû pekhateyan li dijî dagirkeran yek e. Dewleta Tirk bi hemû hêz û alîkariya dostên xwe êrîş dikin. Dibêjin îro êriş li ser PKK'ê ne. Ew gotin xapînok in. Nikarin gelê me bixapînin. PDK'ê eger ne amade bin ji têkoşînê re bila xwe bidin aliyekî, lê nebin alîkar û bila zerer nedin. Di vê demê de şensê me yê serkeftinê heye"

Asya Ebdullah destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dixwaze şerê birakujiyê derxîne û got: "Em naxwazin şerekî navxweyî derkeve. Şerê birakujiyê hêz dide dagirkeran da ku li herêmê bi cih bibin. Heger peşmerge û hêzên Başûrê Kurdistanê nexwazin şerekî birakujiyê derkeve bila hêzên xwe yên li qadên gerîla paşde bikşînin. Divê em bi siyaseta Erdogan neyên qapandin. "

Asya Ebdullah êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê bi êrîşên li dijî hebûna gelê Kurd bi nav kir û li hemberî vê yekê bang li aliyên Kurdî kir ku helwesteke neteweyî bi pêş bixin.

Mîtîng bi diruşmeyan bi dawî bû.