Li pêşiya Parlamentoya Skoçyayê êrîşên li ser Rojava hatin protestokirin
Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Parlamentoya Skoçyayê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan li pêşiya Parlamentoya Skoçyayê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan li paytexta Skoçya Edinburghê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd li pêşiya avahiyia Parlementoyê li hev civiyan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Rojava protesto kirin.
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo”, “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin û pankart û dowîzên bi nivîsa “Dawî li êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê bînin” hatin hilgirtin. Li vir li ser navê Navenda Civaka Kurd Şoreş Kurdî axivî û bang li hikûmeta Skoçya, sendîka, saziyên akademîk û raya giştî ya demokratîk kir ku li dijîî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwestê bigirin.
Kurdî bang li hikûmeta Skoçyayê kir ku rewatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bike.
Komeke ku ji rojnamevanên Başûrê Kurdistanê pêk dihat û piştgirî dan çalakiyê jî daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava şermezar kirin û banga yekîtiya neteweyî kirin.
Hate hînbûn ku Navenda Civaka Kurd wê di rojên pêşiya me de dosyayekî li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê û piştiriya wî ya ji bo çeteyan, radestî rayedarên Parlementoyê bikin.