Li pêşiya NY’yê ambargoya li ser Mexmûrê hate protestokirin

Aktivîstên TCŞ û JCA li pêşiya avahiya NY a Cenevreyê bi çalakiyekê bang kirin ku ji bo ambargoya li ser Mexmûrê bê rakirin bikevin tevgerê.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad (TŞC/JCA) bi çalakiyeke ya li pêşiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) a li Cenevreyê amabargoya PDK’ê ku li ser Mexmûrê danî protesto kirin.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa Îngilîzî ‘Bang li NY’yê dikin, ambargoya li ser Mexmûrê rakirin’ li ser hatibû nivîsîn, vekirin û daxwaz ji NY’yê hate kirin ku li dijî ambargoyê bikevin tevgerê.

Dema ku ciwanan pankart daleqandin, ji aliyê polîsan ve demkî hatin destgîrkirin. Pankart ji aliyê polîsan ve hate rakirin û piştrî navî saetê û şûnde ciwan hatin berdan.