Li Parlamentoya Brîtanyayê li ser ‘Têkoşîna Kurdan’ panel hate lidarxistin

Li Parlamentoya Brîtanyayê panela bi navê ‘Li Tirkiyeyê Têkoşîna Demokrasiyê ya Kurdan’ hate lidarxistin.

Li Parlamentoya Brîtanyayê panela ‘Li Tirkiyeyê Têkoşîna Demokrasiyê ya Kurdan’ hate lidarxistin. Di panelê de grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku bi serketinê bi dawî bûbû û pêşketinên siyasî hate gotûbêjkirin.

Panel duh li odeya komîteya hejmara 17’an a parlamentoyê hate lidarxistin. Parlamener, rojnameger, aktivîst, nûnerên saziyan û gelek kes beşdarî panelê bûn. Panela ji bo Kurdan bi hevpariya Koma Parlamenteran a Hemû Partiyan û Meclîsa Gelê Kurd ve hate organîzekirin. Parlamenterên Partiya Karker Lloyds Rûsssel Moyle û Bombos Charalomboûs, Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu, Rojnameger-Şêwekar Zehra Dogan ji berxwedêrên greva birçîbûnê Hacî Ozkan Ozdemîr weke qiseker beşdarî panelê bûn.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Ûysal bi rêya Skypeyê beşdarî panelê bûn. Ji Partiya Netewî ya Skoçya, parlamenterên endamê Plaîd Cyymrû, Keşe Joe Ryan, bavê Anna Campbell Dîrk Campbell û gelek kes weke beşdarî panelê bûn. Parlamentera Parlemena Ewropayê Julîa Ward û Parlamentera Gallerê Lîz Savîlle Roberts peyameke nivîskî ji bo panelê şandin.

CHARALAMBOUS: TECRÎD RABÛ LÊ HER TIŞT NEQEDIYAYE

Endamê Partiya Karker Parlamenterê Enfîled Bambos Charalambous wiha got; “Dema ku bûyerên gelê Kurd li Tirkiyeyê dijiya min bihîst şok bûm. Ez gelek keyfxweş im ku grevên birçîbûnê gihiştin armanca xwe. Grevên birçîbûnê hişt ku li qada navneteweyî doza Kurd hê bêhtir were naskirin û sîstema dîktatorî ya li Tirkiyeyê jî teşhîr kir. Erê, Abdullah Ocalan bi parêzer û malbatê re hevdîtin kir û ev îmkan çêbû ev nayê wê wateyê ku her tişt qediya, zextên ku em li beramberî wan têbikoşin didomin. Ez û hevalên xwe em ê li gel têkoşîna gelê Kurd bin.”

MORDEN: DIVÊ TÊKOŞÎN GEŞTIR BIBE Û BIDOME

Parlamentera bajarê Newport a Gallerê Jessîca Morden jî axivî û diyar kir ku pêkanîna daxwazên grevên birçîbûnê baş e lê divê têkoşîn geştir bibe û bidome.

DOGAN: LI PÊŞ ÇAVÊN ME SIVÎL QETIL KIRIN

Rojnameger-Şêwekar Zehra Dogan ku dema berxwedana xwerêveberiyê de li Nisêbin û Cizîrê dema ku karê rojnamegeriyê dikir û piştre hate girtin qala bûyerên  li Nisêbin, Cizîr û Sûrê kir. Dogan ev tişt gotin;

“Bi hilweşandinê bersiv dan daxwazên gelê Kurd. Bajarên Kurdistanê hatin hilweşandin û şewitandin. Li qadên xwerêveberiyê êrîşên giran pêk hatin. Cîhanê nexwest vêya bibihîse û bibîne, li qada navnetewî de piştevanî nehate kirin. Ji ber wê daxwazên xwerêveberiyê hate manîpule û terorîze kirin. Di encama van êrîşan de Nisêbin, Sûr û Cizîr hate hilweşandin, bi sedan sivîl hatin qetil kirin. Li pêş çavê me dayik hatin qetil kirin. Ji pitika 35 rojî heta kalê 70 salî mirov ji aliyê polîsan ve bi awayekî vekirî hatin qetil kirin.”

KURKÇU: DEH HEZARAN MIROV JI BER SEDEMA POLÎTÎK HATIN GIRTIN

Serokê Rûmetê yê HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu qala zextên li dijî beşên muxalîf ên li Tirkiyeyê kir û got nêzî 40 hezar mirov ji ber sedemê polîtîk di girtîgehan de ne.

Kurkçu bi domdarî got; “Hevserokên me yên berê jî nav de 12 hevalên me yên parlamenter di girtîgehê de ne û 20 hevalên me jî li dîasporayê ne. Ji ber sedemên siyasî 40 hezar mirov di girtîgehê de ne. Zêdetirî 12 hezar Kurd ji beşê muxalif in. Nêzî 260 hezar mirov di girtîgehê de ne lê tenê kapasîteya 220 hezar ya cih (nivîn) heye. Şertên siyasetê hema bêje hemû hatine girtin 90 ji sedî yê çapemeniyê jî di bin kontrola hikûmeta Erdogan de ye.”

‘HILBIJARTINA STENBOLÊ ÊDÎ NE HILBIJARTINA XWECIHÎ YE’

Kurkçu qala hilbijartina 23’ê Hezîranê kir û got wê Erdogan 23’ê Hezîranê cara duyemîn têk biçe.

Kurkçu wiha domand; “Hilbijartina Stenbolê êdî ji hilbijartina xwecihî derketiye, veguheriye awayekî yê referandûmê. Divê mijarê de helwesta hilbijêrên Kurd tê nîqaşkirin. Bêguman wê hilbijêrên Kurd destekê bidin stratejiya HDP’ê. Wê Erdogan di hilbijartina 23’ê Hezîranê de cara duyemîn têk biçe.”

Berxwedêrê greva birçîbûnê Hacî Ozkan Ozdemîr jî qala pêvajoya grevên birçîbûnê û encamên ku derketî holê nirxand.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Newroz Ûysal bi rêya Skypeyê beşdarî panelê bû û têkildarî hevdîtina bi Ocalan û pêvajoya didome de agahî da.

Panel bi beşa pirs-bersivan bi dawî bû.