BI DÎMEN

Li Parîsê Kurdistanî û dostên wan diherikin qada Newrozê

Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Parîsa paytexta Fransayê gel diherike qadê şahiyê.

NEWROZA PARÎSÊ

Kurdistanî û dostên wan li Parîsa paytexta Fransayê Newrozê pîroz dikin. Şahiya Newrozê îsal li taxa Vîllîers le Belê tê lidarxistin. Babeta sereke ya Newroza Li parîsê, ‘Azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.’

Pîrozbahiya Newrozê wê li navnîşana ‘’28 Avenue du Champ Bacon 95400 Villiers le Bel’’ pêk were.

Di pîrozbahiyê de wê axaftin werin kirin û peyamên pîrozbahiyê bên dayîn û her wiha hunermendên weke Ferhat Tûnç, Ayfer, Ayfer Duzdaş, Hozan Aydin, Tûncay Govend û Mem û Zîn wê di pîrozbahiyê de cih bigirin.