Li Parîsê kermesa piştevaniya ji bo mexdûrên erdhejê

Jinan, bi kermesa ku bi tevkariya Şaredariya Parîsê ya 10’emîn danî, bi mexdûrên erdhejê re bûn piştevan. TJK-F’ê, di serî de jinên ku bi şiara ‘’piştevanî dide jiyîn’’ bûn seferber û spasiya hemû kedkaran kir.

Bi pêşengiya Kargeha Jinan a Evîn-Jin ku di bin banê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê –TJK-F’yê de û Înîsiyatîfa Kuçeyan a Erdhejê ya Jinan a Parîsê, li Herêma 10’emîn a Parîsê, di çarçoveya kampanya alîkariyê de ku Roja-Sor ji bo herêma erdhejê dest pê kiriye, kermes hat danîn.

Bi tevlêbûyîna Şaredariya 10’emîn a Parîsê, Nûnertiya Herêma 10’emîn a Partiya Komunîst a Fransayê, hilbijartiyên herêmê yên Keskan, bi berhemên destên jinan, kermes saet di 12.00’an de hat danîn.

Kêfa gelê Herêma 10’emîn a Parîsê gelek ji kermesê re hat û bûn piştevan. Şaredar Alexandra Cordebord, Encumena Şaredariya Mezin a Parîsê Patrîce Laûrence, Encumena Şaredariya Herêma 10’emîn a Parîsê Elîe Joûsellîn qasek li standê xebitîn û tişt kerêmê gel kirin. Senatorê Fransî Remî Feraûd hat ber standê û pere bexş kir û got: ‘’Sibehê bi hişyarbûnê re, em rû bi rûyê êşa erdhejê bûn. Ji ber vê erdhejê bajarên cuda yên Tirkiyeyê xera bûn, bajarên ku dostên me yên nêz Kurd lê ne, erdhejê lê xist û em dibînin ku bîlanço giran e. Tiştên ji milên me werin em ê bikin. Em bi gelê Kurd re ne, bila serê wan kesan sax be ku xizmên xwe di erdhejê de ji dest dane.’’

Serokê Şaredariyê Cordebard got, “Ez pê şanaz im ku di herêma xwe de kermeseke bi vî rengî pêşwazî dikim û tevkariyê dikim. Em ê ji niha û pê ve di nava piştevaniyê de bin. “ Cordebard her dawî sersaxî ji kesên ku xizmên xwe di erdhejê de winda kirine re xwest.

Di navbera saet di 12:00-18:00’an de standa jinan hat danîn. Gelek jin berhemên destdan û xwarinan ji standê re şandin.

Di tevahiya rojê de broşurên agahdarkirinê yên Roja- Sor ji mêvan û ji kesên derdorê re hat belavkirin. Di dawiya rojê de komîteya ji standan berpirsiyar, ragihand ku ew 5 hezar û 94 euro alîkarî kom kirine.

TJK-F’ê spasiya hemû emekdar bi taybet jinan kir ku li dora keda kolektîf a jinan kom bûn û bi dirûşmeya “piştevanî dide jiyîn” sefer bûn.