Li Parîsê jin û zarok ji bo mexdûrên erdhejê dixebitin

Li Parîsê jin û zarokên xwebexş, ji bo mexdûrên erdheja Kurdistanê dixebitin.

Jinên Kurd ev 6 roj in li herêma Grigny a banliyoya Parîsê standan vedikin û xwedî li kampanyaya Roja-Sor derdikevin ku ji bo herêmên erdhejê hatiye destpêkirin.

Zarokan roja Çarşemê standên jinan dewr girtin. Zarokên ku rojên xwe yên bêhndanê li standan derbas dikin gotin, “Li Kurdistanê erdhej rabû. Ti tiştê zarokên li herêma erdhejê nema. Divê her kes piştevaniya wan bikin.”

Zarok weke xwebexşên Roja-Sor, bi saetan li standan ji bo piştevaniyê xebitîn.