Li Parîsê buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk vebû

Partiya Çep a Kesk bi nêzbûna hilbjartinan re li paytexta Fransa Parîsê, buroya hilbijartinê vekir.

Merasîma vekirina buroya hilbijartinê ya partiyê li banliyoya Drancy a Parîsê pêk hat.

Endamên Partiya Çep a Kesk, alîgirên wê û xelkê herêmê tevlî merasîma vekirinê bûn.

Merasîma vekirinê bi deqeyekî rêzgirtinê ji bo kesên di erdheja Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane û şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, nûnerên partiyê daxuyanî dan.

Nûner û alîgirên partiyê di axaftinên xwe de diyar kirin di buroya hilbijartinê de danasîna polîtîkayên partiyê were kirin û wê bibe navenda kombûyîna bi gel re.

Buroya hilbijartinê wê bibe navenda ku wê kampanyaya hilbijartina partiyê bê kirin û ji hilbijêran re derbarê polîtîkayên partiyê de agahî bên dayîn. Her wiha platformek ku hilbijêr rasterast bi partiyê re têkilî deynîn were dabîn kirin.

Buroya hilbijartinê wê he roj vekirî be.

Navnîşan xwe gihandina buroya hilbijartinê wiha ye:  90 Avenue Henri Barbusse, 93700 Drancy