Li Parîs û Freîbûrgê qetlîam hate protestokirin

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye û li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê qetlîamên Maraş, Roboskî û 19’ê Kanûnê hate protestokirin.

PARÎS

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye qetlîamên Maraş, Roboskî û qetlîama di 19’ê Kanûnê de ya girtîgehê hate protestokirin. Nûnerên gelek saziyên çepgir, sosyalîst û şoreşger tevlî bîranînê bûn.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku qetlîamên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û Elewiyan îro li Rojava tê domandin.

Di bibîranînê hate diyarkirin ku têkoşîna şoreşgerî wê li hemberî faşîzmê bi ser bikeve.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrgê yê Elmanyayê jî ji bo bibîranîna cangoriyên qetlîama Maraşê û protestokirina qetlîamê çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî li Dergaha Çanda Elewî ya Freîbûrgê hate lidarxistin.

Di çalakiya bibîranînê de yek ji şahidê qetlîamê Alî Arîf Engîzek qala qetlîamê û pêvajoya wê demê kir.

Engîzek diyar kir ku beriya Maraşê jî li ser gelê Kurd gelek qetlîam hatiye kirin û piştî Maraşê jî qetlîamên li dijî gelê Kurd didome.