Li Parîs û Berlînê çalakiya ji wekîlên girtî re azadî

Li Berlîn û Parîsê ji bo Yuksekdag û wekîlên girtî çalakî hate kirin.

Li paytexta Elmanyayê Berlînê û li paytexta Fransayê Parîsê ji bo azadiya Hevseroka HDP'ê ya berê Fîgen Yuksekdag û wekîlên din çalakî hate kirin.

BERLÎN

Di çalakiya Berlînê de ya li Brandenburger Torê kesên ku di komkujiya Meraş, Roboskî û girtiyan de hatibûne kuştin hatin bibîranîn.

Di çalakiyê de li ser navê HDK Berlîn, HDP, Dîe Lînke, DEST-DAN Meclîsa Jinan axaftin hatin kirin.

Çalakî bi dirûşma, ''Ji girtiyên siyasî re azadî'' qediya.

PARÎS

Li paytexta Fransayê Parîsê ACTÎT çalakiya dawî ya kampanyaya bi daxwaza, ''Ji Fîgen Yuksekdag û wekîlên girtî re azadî' pêk anî.
Li kembera Strasboûr Saînt- Denisê daxuyaniyeke çapemeniyê hate dayin.

Di çalakiyê de bang hate kirin ku her kes tevlî danişîna Yuksekdag a 24'ê Kanûnê bibe û piştevaniyê bike..

Çalakî bi dirûşma, ''Bimire dewleta Tirk a faşÎST, ji girtiyan re azadî, ji Yuksekdag re azadî'' bi dawî bû.