BI DÎMEN

Li Osloyê konsera ji bo azadiya Rêber Apo

Li paytexta Norveç Osloyê ji bo piştevaniya Kurdistanê û azadiya Rêber Apo li qada stasyona trenê ya li navenda bajêr, konser hate lidarxistin.

KONSERA AZADIYÊ

Federasyona Komeleyên Kurd a Norveçê (NCDK-OSLO) konser lidar xist. Gelek partiyên siyasî, rêxistinên civkaî yên sivîl û sendîkayan piştgirî dan konserê.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Li ser navê NCDK-OSLO û Komîteya Amadekar Serhildan Reşko axivî. Reşko bal kişand ser pêngava ji Rêber Apo re azadî û diyar kir ku divê têkoşîn bê mezinkirin. Reşko bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî şermezar kir û Roja Kobanê ya Cîhanê silav kir.

Nûnerê Tevgera Azad a Ewropayê Omer Amîn jî qala êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê kir û PDK şermezar kir. Amîn bal kişand ser girîngiya Pêngava Azadiyê ya Kûreyî ya ku ji bo azadiya Rêber Apo tê meşandin.

Ji serokatiya sendîkaya Oslo LO ku sendîkaya herî mezin a Norveçê ye, Ingunn Gjerstad axaftinek kir û wiha got, “Her sal Kurdistanî û dostên wan ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyan de bi me re ne. Em weke Oslo LO dibêjin ku êdî ji bo aştî û diyalogê azadiya Birêz Abdullah Ocalan şert e. Abdullah Ocalan 26 sal in di bin tecrîdê de bi rengekî bêhiqûqî û di hucreya yekkesî de tê ragirtin, ev yek nayê qebûlkirin.”

Di çalakiyê de dirûşmeyên “Ji Rêber Apo re azadî, ji Kurdistanê re aştî” û “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.

Çalakî piştre bi konserê dewam kir. Komê muzîkê ya Norveçî Knut Reiersrud & Marit Halvorsen, ji Emerîkaya Latin Xavier Valverde û hunermendên Kurd Welat Kobanê ve Nejman Sindî derketin ser dikê.