Li Napolî meşa li dijî dagirkeriyê
Li bajarê Napolî yê Îtalyayê bi banga 61 saziyan Şemiyê bi dirûşma 'Non Pasaran' li dijî êrişên dagirkeriyê yên li Rojava meşeke şermezarkirinê pêk hat.
Li bajarê Napolî yê Îtalyayê bi banga 61 saziyan Şemiyê bi dirûşma 'Non Pasaran' li dijî êrişên dagirkeriyê yên li Rojava meşeke şermezarkirinê pêk hat.
Ji destpêka êrişên dagirkeriyê yên li dijî Rojava û vir ve li bajarên Îtalyayê çalakiyên şermezarkirinê pêk tên.
Şemiyê li bajarê Napolî bi banga bi dehan rêxistinan meşek hebû.
Li gel baranê jî ji bajarên Cosenza, Potenza, Sîcîlya û Bariyê mirov tevlî meşê bûn.
Tevî Rete Kurdistan, UIKI Onlus û Navenda Çanda Kurd a Araratê her wiha Rete Jin, Jineolojî Îtalya, Non Ûna Dî Meno, Frîday For Fûtûre ji bo meşê bang kirin. Meş li Pîazza Garîbaldî dest pê kir.
Konfederasyona sendîkayan a COBAS û yekîtiyên xwendekaran û Rîfondazîona Comûnîsta jî bi pankartên xwe tevlî çalakiyê bûn. Jinên Îtalî jî bi pankarta "Em çiyayê we ne" beşdarî meşê bûn.
Meş bi coş ber bi avahiya Walîtiyê dest pê kir. Di meşê de her wiha siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef a ku di Cotmehê de ji aliyê rejîma Tirk ve bi rengekî hovane hate qetilkirin hate bîranîn.
Ji qisekeran hîndekara Zanîngeha Calabrîayê Laûra Corradî biryara Şaredariya Napolî ya ji bo welatîbûna rûmetê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîr xist û ji bo Ocalan got, "Ew lîderekî mêre ku beriya her tiştî azadiya jinê hînî gelê xwe kiriye ku bi vê taybetmendiya xwe li dinyayê ew yekî bi tenê ye."
Keşîş Alex Zanotellî ku di têkoşîna aştî û hawirdorê de li qada navneteweyî kesekî navdare, piştgiriya meşê kir. Zanotellî bi bîr xist ku bûyerên niha diqewimin êrişên faşîzmê yên li welatê wan bi bîr tîne û got, "Nabe ku em dagirkirina Rojava ji nedîtî ve bên."
Di meşê de bang li hikumeta Îtalyayê hate kirin ku dawî li peymanên bazirganiyê yên bi dewleta Tirk re bîne û çekan nefiroşe dewleta Tirk.
Di meşê de komek ji jinan bi performansa La Tesîs dirûşma "Jin, jiyan, azadî" qîriya.
Piştî ku meş li ber avahiya walîtiyê bi dawî bû bi navê Kurdan heyek bi alîkarê walî re hevdîtin kir.
Şaredarê Napolî Lûîgî De Magîstrîs jî ji bo piştgiriyê heyeta ji nûnerên UIKI û tevgera jinên Kurd qebûl kir.
Şaredar got, "Em ji têkoşîna mafdar a gelê Kurd û tecrûbeya xwerêveberiyê gelek tişt hîn bûn. Napolî û ez bi şexsî em ê piştgiriya xwe ya bi gelê Kurd re dewam bikin."