Li Nancyê dewleta Tirk hate protestokirin

Êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên bi ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Nancy yê Fransyê her roja Înê, îro jî hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan li Place Magînotê kom bûn û dewleta tirk û çeteyên wê protesto dikin.

Nava rojê li ser banga Komîteya Piştevaniya bi Rojava re Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan, êrîşên dagirkerî û komkujî şermezar kirin. Di çalakiyê de hate gotin ku divê li dijî êrîş û komkujiyan têkoşina hevpar were dayîn û qala girîngiya têkoşîna hevpar ya gelan hate kirin.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Terorîst DAÎŞ, hevkar Tirkiye’, ‘Kujer Erdogan, Terorîst Erdogan’ hate berzkirin û hate gotin ku DAÎŞ’ê li Ewropayê gelek sivîl qetil kir yekane rêya rawestandina vî şerî “Têkoşîna hevpar ya gelan e”.