Li Munîhê berxwedana xelkê Mexmûrê hat silavkirin

Li Munîhê Kurd û enternasyonalîstan berxwedana xelkê Mexmûrê silav kirin û banga mezinkirina piştevaniyê kirin.

Li dijî hewldana dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) a ji aliyê artêşa Iraqê, li paytexta Bavyerayê Munîhê mîtîngek hat lidarxistin.

Gel û enternasyonalîst bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û ciwanên Kurdistanê hatin ba hev û hewldana dorpêçkirinê protesto kirin, berxwedana xelkê wargehê silav kirin. Di çalakiyê de bi zimanê Elmanî daxuyaniya TJK-E’yê hat xwendin.

Di çalakiyê de banga piştevaniya bi xelkê Mexmûrê hat kirin û dirûşmeya “Bijî berxwedana Mexmûrê” hat berzkirin.