Li Montpellîerê cangoriyên Mereş û Roboskiyê hatin bibîranîn

Li bajarê Fransa Montpellîerê cangoriyên komkujiyên Mereş û Roboskiyê bi civînekê hatin bibîranîn.

Civîn ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê û komkujiyan bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Siyasetmedarê Kurd Şenol Han di bîranînê de axivî û wiha got; “Li Mereşê Kurdên Elewî bi awayekî zanebûn hatin qetilkirin, rû bi rû polîtîkayên înkar û koçberiyê hatin kirin. Ev şêwazê siyasetê polîtîkaya fermî ya senteza Îslama Tirk ya Ferma Şark Îslahat e. Xwestin Kurdistanî bikin Tirkiyeyî.”

Han diyar kir ku nûnerê dawî yê Plana Şark Îslahatê rejîma AKP’ê ye û xwest hesab ji berpirsên komkujiyan were xwestin.

Komkujiya Mereşê di navbera 19-26’ê Kanûna 1978’an de pêk hat. Li gorî daneyên fermî di komkujiyê de 111, li gorî çavkaniyên Kurd herî kêm 500 kes hatin qetilkriin. Di komkujiyê de 210 mal û 70’î cihên kar hatin xirabkirin. Kurdên Elewî û şoreşger di hedefa komkujiyê de bûn.

Komkujiya Roboskî 28’ê Kanûna 2011’an di encama bombebaran balafirên şer ên artêşa Tirk de pêk hat. Di êrîşê de sivîl raste rast hedef hatin kirin û 19 jê zarok bi giştî 38 gundî hatin qetilkrin.