BI DÎMEN

Li Mexmûrê tûrnûvaya satrancê destpê kir

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi pêşengiya TCM/TJCM’ê tûrnûvaya satrancê destpê kir.

LI MEXMÛRÊ TÛRNÛVAYA SATRANCÊ

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Mexmûr (TCM) û Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûr (TJCM) ji bo bîranîna şehîd Tolhildan Qendîl ê ku 17’ê Îlona 2023’yan di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Pêncewînê şehîd bû, tûrnûvaya santrancê hate lidarxistin.

Tûrnûva li saziya Komalên Ciwan destpê kir. Qasî 25 lîstokvan beşdarî tûrnûvayê bûne.

Beriya ku lîstikvan dest bi lîstikê bikin, ji bo bîranîna tevahî giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê, yek ji organîzatorên pêşbirkê Zîlan Yilmaz axivî. Yilmaz şehîd Tolhildan Qendîl bi bîr anî û ev tişt got: “Şehîd her tim di kûrahiya dilê me, fikir û hizrên me de lûtkeya herî bilind e. Şehîdan bi xwîna xwe dara azadiyê av dane û her tim rê nîşanî me dane.”

Zîlan Yilmaz di axaftina xwe de bal kişand ser jiyan û têkoşîna şehîd Tolhildan Qendîl jî.

Piştî ku Guhdar Yuksek quralên lîstikê bi pêşbirkvanan da naskirin, lîstok destpê kir.

Her wiha li ser girîngiya lidarxistina tûrnûvayê, organîzatorê pêşbirkê Dewrêş Apaydin ji ajansa me re axivî û got: “Me li ser navê şehîd Tolhildan Qendîl ev tûrnûva daye destpêkirin. Şehîd Tolhildan Qendîl yek ji rêveberên komalên ciwan a Rojhilatê Kurdistanê bû. Bi wesîleya ku em vê lîstokê di nava civakê de pêş bixin û şehîdên xwe bi bîr bînin, me tûrnûvayeke wiha organîze kir.”

Dewrêş Apaydin di dawiya axaftina xwe de ji hemû pêşbirkvanan re serketin xwest.