Li Brukselê karkeran meşeke mezin lidar xist

Roja Duşemê li Brukselê zêdetirî deh hazar karker ji bo piştevaniya karkerên şîrketa Audiyê daketin qadan. Di torên wesayit û ragihandinê de grev hate destpêkirin.

Roja Duşemê li Brukselê bi hezaran kes ji bo piştevaniya karkerên şîrketa Audiyê meşeke mezin lidar xistin. Karkeran bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) kirin ku razemeniyê li sektora pîşesaziyê bike.

Fabrîqeya bi navê Audi ya li Brukselê ya hilberîna otomobîlên modern dike, dibe ku di sala 2025’an de were girtin ku di bin banê şîrketa navborî de 3 hezar karker dixebitin. Rêveberên şîrketê ‘’lêçûnên hilberînê yên zêde’’ weke egera girtinê destnîşan dikin.

Li gorî organîzatoran zêdetirî 10 hezarî  kes tevlî meşê bûne ku li gorî polîsan jî ev hejmar 5 hezar 500 kes e.

Şandeyên ji Elmanya, Polonya, Fransa û Hollandayê jî tevlî meşê bûn.

Sekreterê Giştî yê Karkerên Polayê Sor Hillal di çalakiyê de axivî û got: ‘’Piştî qezanca bi salan niha jî dixwazin fatûreya krîza rû dayî li me karkeran bibirin, lê belê em bi tu awayî vê yekê qebûl nakin. Her wiha bêdengiya siyasetmedarên Belçîka û Ewropayê jî nayê qebûlkirin ku ev yek li dijî karkeran êrîşek e.’’

Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên; ‘’Jiyanên me ne xeta hilberînê ne’’, ‘’Pîşesazî ya me ye’’ û ‘’Em ne malê firotinê ne’’ hatin vekirin.

Her wiha li Belçîkayê di xetên tramvay, otobus û metroyê de trafîk hate sekinandin.